Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyê welat ku cihên kurd lê dijîn bi coşên mezin hate pîroz kirin. Her deverekî li gora rewşa xwe ya taybet newroz hate pîrozkirin. Newroz ji aliyê kurdan ve wek cejnek netewî tê pîroz kirin. Ji bo vê yekê jî Ala Kurdistanê ku sembola neteweyê kurd e, di newrozan de tê bilind kirin.

Lê mixabin di newroza li Diyarbekir bi girsehî hatî pîrozkirin Ala Kurdistanê naxweya.Ji bilî sembolên netewî yên kurdan û Kurdistanê tenê al û sembolên PKK û BDP-ê hebûn.

Ev yek yanî tunebûna Ala Kurdistanê naweroka newrozê diguherê û wateyek din dide newrozê. Gelo ew kurdên ku bi hestên netewî berê xwe dan meydana ku newroz lê tê pîrozkirin bi tunebûna ala Kurdistanê bi çi hesiyan?

Hestên netewî divê li ser hemî hestên rêxistînî re bêne girtin. Dema ev nebê, kêmasiyek heye bi milyona jî insan kom bibin cardin ew kêmasî heye û divê ev yek bê dîtin.

3 Nêrîn

  1. PKK ji bo Kurd û Kurdistanê ji holê rabike hatiye damezirandin. Destê dijmin e. Ma hûn chima matmayî man?\r\n\r\nEw ala Kurdistanê napejirînin, înkar dikin. Wekî al wêneyê îtîrafkar Ocalan bikartînin.\r\n\r\nHûn Bashûrî jî rexne dikin lê kê ji PKKê veqetiya, xwest xizmetekê bo Kurdistanê bike, we teslîmê Tirkan kir. Hûn chi dipên?\r\n\r\nNêzîk e, Kurd yekîtiya xwe ava dikin, partiyên dûvik û terrî ji welêt derdixin.\r\n\r\nNe xêr li me, ne jî bereket li we. Ev rewsa han, eserê me ye. Em jî sebeb in, hûn jî. Me dest da hev, Kurdên leheng dan guran, meydan ji guran re hîsht.

  2. Heval vî qet ji bîr nekin:\nKesên ku li wir bûn bi hêstên Kurdistanî li wir bûn.\nLi ba me (Li Bakur), hê jî ew al û wêne yê ku ti rexne dikî wek sembolên Kurdistanî tê zanîn.\nJi vê bonê ew wana bilind dikin.\nAla Kurdistanî, hê jî wek ala pdk tê zanîn.\nGer ku kemasîyek hebi, ew jî nezanebûne.\nsipas..

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: