Nivîsar

AKP, HDP û rewşa siyasî

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşa siyasî roj bi roj ber bi cudahiyên nû ve diçe. Eve demeke behsa hilbijartinên pêşwext tê kirin û di vê derbarê de muxalefet îdia dike ku dê herî dereng meha Hezîrana 2021ê hilbijartin çêbibin. Lê desthilat bi awayek din tev digere. Ji aliyekî ve dibêje ku, dê hilbijartin sala 2023ê de pêkwerin û hilbijartinek pêşwext ne di rojevê de ye.

Lê bi awayek din, Erdogan di nava leptekî de ye, ji aliyekî kongreyên AKPê yên bajara dartêxin , xwe bi vî rengî jî ji hilbijartina re ama de dikin, wek din bi guhertina destûra Partiyên Siyasî û Hilabijartina hewldidin ku, cardin desthilatê destve bînin.

Desthilat hesabekî cuda ji bo HDPê jî dike û hewldidin bi awayekî HDPê aloz bikin û ji Sistema heyî dûr bêxin. Bê guman dema behsa HDPê û rewşa HDPê tê kirin ,pirsgirêka HDPê PKK bi xwe ye. Herkes û hemû aliyên siyasî dizanin ku, HDP ji aliyê Qendil ve tê rêvebirin. Di vê derbarê de bila kesek xwe û kesên din nexapîne. Herweha HDP di siyasetê de ne xwediyê îradeyek serbixwe ye. Ev yek wek kozek mezin di destê Erdogan û desthilatê de ye.

Tê zanin ku hemû hevdîtinên berpirsên HDPê li gel Qendil di çavderiya dewletê de pêkhatine û piraniya cara dewletê berê wan daye Qendil. Lê dema dewlet dixwaze jî, vê yekê li dijê HDPê bi kar tine. HDP di vê derbarê de ne dikare rastiya rûdayî bêje û ne jî helwestek zelal dide nîşandan. Hemû siyaseta xwe li gora dijitiya Erdogan û AKPê dike. Ji xwe bi vî awayî HDP parastina dewlete dike. HDP dijberîya dewletê nake û wek Kemalist û çepên marjînal jib o parastina dewletê şerê AKPê dike. Lê di rastiya xwe de ew xwe dixapînin. Îro dewlet AKP û Erdogan e.

Tişta ku niha dixweyê Erdogan jî hewl dide bi awayekî HDPê berteraf bike. Girtina HDPê di rojevê de tê gotubêj kirin , lê Erdogan jî dizane ku, HDP bê girtin , partiyek din tê vekirin. Ev yek bi gelek cara çêbûye jî. Ji bo vê sedemê niha hewldidin ku parêzbendiya parlementerên HDPê bînin Parlementoyê û bi biryara parlementoyê parêzbendiya hinek parlementerên HDPê rakin û da ku ew bêne darizandin. Herweha dema cezayekî jî bigrin dê parlementeriya wan bikeve û bi vî cureyî hêjmara parlementerên HDPê kêm dibe û tu fonksiyona wan namine.

Bê guman ev rêyeke, lê dixweyê desthilat palanên din jî li himber HDPê hene. Rewşa muxalefêtê jî li himber HDPê ne zelal e. IYI Parti di pirsa rakirina parêzbendiya parlementerên HDPê de ,dê li gora daxweziya desthilatê dengê xwe bi kar bîne û ev yek jî eşkere kirine. Lê CHP heta vê gave jî ne gelekî zelal e. Erdogan bi vê yekê hevalbendiya CHPê û HDPê jî asteng dike.

Bê guman HDP bi xwe dikare xwe ji vê rewşê azad bike. Du rê li pêşîya HDPê hene.

Yekem ewe ku dê HDP siyaseta xwe ya heta niha berdewam bike, û li gora fermanên Qendil siyasetê bike. Rewşa heta niha heyî berdewam bibe.

HDP çewe dikare xwe ji nav lepê Kemalista azad bike!

Duyem jî HDP dikare xwe biguherê û ji partiyek Tirkiyebûnê xwe veguhezê partiyek Kurdî û Kurdistanî, ji partiyên çep û grubên Kemalistên marjinal berê xwe biguherê, berê xwe bide partiyên Kurd û xwedî li îradeya xwe derkeve û vekirî mesafeyek bêxe navbera xwe û Qendilê de. Bi vê yekê ve girêdayî HDP wek partiyek Kurd kar û xebata xwe berdewam bike.

Gelo HDP dikare vê yekê bika yan na? Ev pirsa herî girîn ge. Lê HDP vê yekê nekê dê her di nava lingên partiyên Tirk de wek goka leyizytikê be. Dê tu cara nikaribe ji bo kurda destkeftiyekî destve bine û Kemalist û partiyên çepên marjinal HDPê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Rewş eve gelekî zelale. Ji xwe derê vê yekî minaqeşeyên din hemû teferuatin.

25.02.2021

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button