PolîtîkRojev

Rêkeftina Şingalê erkê hikûmeta federalî ye ku cîbicî bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê debarê cîbicînekirina rêkeftina Şingalê ji aliyê hikûmeta federalî ya Iraqê ve, nîgeraniya xwe anî ziman.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna heftane ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di civîneke çapemeniyê de nîgeraniya hikûmetê derbarê rewşa Şingalê de nîşan da û got: “Asayîş û seqamgîriya herêmê ji bo me girîng e.”

Cotyar Adil bal kişande ser erk û berpirsyariya hikûmeta federalî ya Iraqê û got: “Rêkeftina Şingalê erkê hikûmeta federalî ye ku cîbicî bike. Em weke Hikûmeta Herêmê ji ber cîbicînekirina rêkeftina Şingalê nîgeran in û me ji hikûmeta federalî daxwaz kiriye ku ji bo cîbicîkirina rêkeftinê desthilata xwe bi kar bîne, çimkî îradeya hikûmeta federalî zal e li ser îradeyên din ên li Şingalê.”

Adil eşkere kir ku Hikûmeta Herêmê ji bo çêkirina zextek ji bo cîbicîkirina rêkeftinê, daxwazek arasteyî civaka navdewletî kiriye û li ser vê mijarê diyar kir: “Me ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî daxwazek kiriye ku hemû hewldanên xwe sift bikin ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê û em di wê baweriyê de ne ku ev rêkeftin dê asayîş û aramî vegerîne deverê.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em weke hikûmetê, bi awayekî berdewam hewl didin ji bo çareserkirina kêşeyên li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê hene. Em hêvî dikin hikûmeta Iraqê zêdetir cidî bibe li ser wan mijaran.”

Rêkeftina Şingalê di 9ê Cotmeha 2020an de di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hat îmzekirin.

Armanca rêkeftinê, asayîkirina rewşa Şingalê, derketina hêz û komên milîs, vegerandina awareyan, hilbijartina îdareyeke nû ji bo navçeya Şingalê û bicihkirina hêzeke xwecihî ji bo parastina asayîşa deverê ye.

Back to top button