
Berbijêrek din ê serokkomariyê hate diyarkirin. Kurê serokkomarê demekî yê Tirkiye Turgut Ozal jî bû berbijêrê serokkomariyê.
10 partiya bi navê Tifaqa Tirkiye hatine ba hev.
Tifaqa Tirkiyê ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Anadoluyê, Partiya Tirkiyê ya Mezin, Partiya Welat, Partiya Osmanî, Partiya Neteweyî, Partiya Pêşerojê ya Ronahî, Partiya Rêya Nû, Partiya Komarî ya Serbixwe, Partiya Welatparêz û Partiya Yekîtiya Hêzê, hatî avakirin Ahmet Ozal wek berbijêrê xwe destnîşan kirin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Koordînatorê Giştî yê Tifaqa Tirkiye Bayram Akin ve hatî ragihandin de dibêje: “Merasima îmzekirina peymana hevbeş û civîna danasîna berbijêrê Serokomariyê ya birêz Ahmet Ozal wê di 17ê Adara 2023an de bi beşdarbûna serokên partiyan di nav tifaqê bê eşkerekirin.