120 saliya Serok Mistefa Barzanî li Swêdê

 Bi helkefta 120 saliya ji dayîkbûna Serok Mistefa Barzanî, roja 12.03.2023ê, Komîteya Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Swêdê civînek ji bo kurdên rûniştvanên Stockholm û derdora wê lidar xist.  Hejmarek mezin beşdarî civînê bûn.  Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê Barzanî û şehîdên Kurdistanê dest pê kir.  Sirûda netewî Ay Raqîb hate xwendin.

Civîn bû du beş û di beşa yekem de, Îsa Feylî berpirsê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bixêrhatina amadebûyan kir û Enwer Mesifî berpirsê liqê 6 yê PDKê yê Ewropayê ku bi du endamên liqê ji Almanya hatiye, gotarek pêşkêş kir.
parlameterê  ji Partiya Lîberal a Swêdê Fredrik Malm, Serokê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Alî Cûma axaftin kirin û navên partî û rêxistinên ku nameyên pîrozbahiyê şandine hatin xwendin.

Di beşa duyemîn a civînê de panelek bi moderatoriya rojnamevan Nasrat Hacî bi beşdariya nivîskar û lêkolîne Hemîd Gawherî ji Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedar  Ebdulbasit Seîda ji Rojavayê Kurdistanê û akademlst Ekrem Unen ji Bakurê Kurdistanê birêve çû.  Her sêyan aliyekî ji jiyan û tekoşîna Serok Barzanî ji amadebûyan re şirove kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: