Nivîsar

Agirê Newrozê li her çar perçên Kurdistanê geş bû

Bi ala rengîn, agirpêxistina vê Newrozê, dê bibe gava ewil û berdewamiya damezrandina eniyeke neteweyî, li her çar perçên Kurdistanê.

Bûbê Eser

Dikarim bêjim ku piştî salên dûr û dirêj, bi amadebûna partiyên Kurdistanî cara ewil û bi girseyek baş newroza gelê me li her çar perçên Kurdistanê hate pîroz kirin.

Agirpêxistina vê Newrozê cemeda (qeşa) dilê hemî  Kurdistaniyan, heland. Dibe ku piştî perçebûna Kurdistanê û heta Newroza 2025an bi vî awayî, bi vî rengî û bi vê girseyê Newroz nehatibû pîrozkirin.

Bêdengiya kurdan ya sed salî di Newroza Kolnê de hate şkandinê. Yekem car û bi girseyeke weha hate îspatkirin ku kurd ji bona mafê xwe ê rewa yek in. Hê nemirine, zîndîne û li ser nigan e. Ev hebûn û ev girseyî ji dinyê re jî weke mesajekê hate dayîn ku wê tu hêz û qawet dê nikaribe kurdan tune bike.

Her weha Newroza 2025an bi çoşên mezin li her çar perçên kurdistanê bi ala rengîn hate pîroz kirin. Ev Newroz dê bibe destpêka têkçûna îxanetê ya ku tu maf  ji kurdan re nexwestibûn û naxwazin.

Çawa ku kurdên ji her çar perçên Kurdistanê, piştî têkçûna Komara Kurdistanê li Mehabadê bêdeng bûn. Ji Qudûm (bê taqat) ketibûn û bi şoreşa îlonê, Kurd ji nûde zîndî bûn. Li xwe hay bûn ku hê neqediyanin. Agirpêxistina vê Newrozê jî Kurd ji nû de zîndî kir.

Vê Newrozê da zanîn ku doza gelê kurd li her çar perçan mafekî rewa û heqê wan e. Di Newroza li Elmanya Kolnê ku bi serpereştiya Revanda Navenda Kurdistanî ya li ser pêşniyar û daxwaza serok Barzanî hatibû damezrandin, kurdên ewropa ji nûde rakir ser nigan. Ruhekî neteweyî da kurdên her çar perçên, li seran serê ewrop û li Kurdistanê.

Vê Newrozê bi ewropiyan jî da zanîn ku Kurd tenha doza mafê xwe dikin. Kurd ne terorîst in. Kurd ne xerabker in. Û da zanîn ku Kurd ne pkk ne. Ji ber ku heta niha gelek dewletên ewropî Kurd û pkk dikirin yek. Pêkhatina vê Newrozê, bi ewropiyan jî da zanîn ku kurd tenê doza mafê xwe ê rewa dikin.

Kurdan di vê Newrozê de masajek baş dan ewropiyan ku kurd doza mafê xwe bi rê û olaxin demokratîk dikin. Da zanîn ku teror ne karê Kurdan e. Hate fêm kirin ku yên mafê kurdan nedixwestin, heta niha bi terorê dixwestin kurdan weke terorîst in nîşan bidin.

Lê hezar caran spas ku başûrê  ku bi serpereştiya Barzaniyan û PDK hatiye azadkirin ku ew bûye weke sîwanekê ku hemî kurdan ji terez û baranê biparêze.

Barzaniyan bi şoreşa îlonê Kurd zîndî kiribûn. Bi amadekariya vê Newrozê jî yekitiya kurdan di her çar perçan de pêk anîn. Ji ber ku hate fêmkirin, heta kurd nebin yek, dê neghêjin maf û heqê xwe. Dijminê kurdan yên hundir û ji derve gelek in û bi qawet in. Lê qaweta herî mezin Kurd û yekitiya wan bi xwe ye.

Loma hate fêm kirin û zanîn ku agirpêxistana vê Newrozê, wê bibe agirpêxistina yekitî û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî li her çar perçan.

Me dît û hate zanîn ku agirpêxistina Newrozê li qadên Ewropa û li her çar perçên Kurdistanê bû cihê  kêf û şahiyan. Ev helwest, kêfxweşî, şahî wê bibe tovê yekitiya resen ya nava kurdan. Bi ala rengîn, agirpêxistina vê Newrozê, dê bibe gava ewil û berdewamiya damezrandina eniyeke neteweyî, li her çar perçên Kurdistanê.

Di vê Newrozê de divê kurd baş guhên xwe bidin mesaj û şîretên serok Mesûd Barzanî. Cenabî wî bi vî temanê xwe û bi wan tecrubeyên xwe, weke serokekî Kurdan, daxwaz dike ku kurd yekitiya xwe pêk bînin û doza mafê xwe ê rewa bê tund û tûjiyê bixwazin.

Di vê Newrozê de hate fêmkirin û zanîn ku tunebûna yekitiyeke li ser asasê neteweyî em  ê negihêjin tu qanaxan. Ev mesaj baş hate xwendin û bi hêvîme ji niha û pêde wê ev mesaj û daxwaza serok Barzanî li her çar perçên Kurdistanê pêk bê.

.

Back to top button