Civak
Agir ji elektrikê derketiye:Tawanbar DEDAŞ e
Serokatiya Daîreya Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di encama lêkolînên ku li herêmê di derbarê şewata ku di navbera navçeyên Çinar û Mazîdagi de derketibû de, rapora cihê bûyerê temam kir.
Di nûçeya DHAyê de, li gorî nûçeyê, hat encamdan ku şewat ji têlên elektrîkê derketiye.
Di encama lêkolînên berfireh ên ku ji aliyê Komîsyona Tespîtkirina Zirarê ya li Navçeya Koksalanê ve hat kirin de, derket holê ku şewat ji ber çirûskên stûna elektrîkê li ser zeviyan ketiye. Rapora lêkolîna cihê bûyerê ya ku ji aliyê Îtfaiyeyê ve hatiye amadekirin dê bi Serdozgeriya Komarê re jî bê parvekirin.