Agahdarî û Tekzîp
Piştî daxûyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê, E-Mailek bi navê Tevgera Demokrat a Kurdistanê ji malpera me re hatite. Herweha daxûyaniyek bi zimanê Tirkî jî di E-Mailê de hatiye rêkirin û ji malpera me daxwaz dikin ku ev nivîs bê belav kirin. Ji bo ku malpera me tenê bi zimanê Kurdiye em nikarin daxûyaniyê belav bikin. Lê her dema daxûyani bi zimanê Kurdî bigihê destê me, bê şik dê bête belav kirin.
Nameya ku Tevgera Demokrata Kurdistina bi vî awayî ye:
Agahdarî û Tekzîp
Li ser nave Tevgera Ciwanên Kurdistan daxuyanîyek li malpera we hatîye weşandin. Di vê daxuyanîyê de, li me û rêxistina me heqaret û îthama dizîya nave “Tevgerê” heye. Me nave “Tevgera Ciwanîn Kurdistan” bi kar neanîye. Navê me Tevgera Demokratîka Kurdistan e. Heger qest tenê gotina “Tevger” be; ev nav ji 1985an de wek “Tevgera Sosyalîsta Kurdistan” piştre du rêxistinên din bi kar tine. Tevgera Demokratîka Kurdistan di Îlona 2005an de ava bûye û ez li bîne belavoka Encama Konferansa wê ji we re rê dikim! Ji kerema xwe re yan wê daxuyanîyê ji malpera xwe rakin yan jî vê daxwîyanîyê tevlî belavoka Encama Konferansê biweşînin! Silav û rêz ji rêvebirîya malpera we re!