Afirênerê çekên kîmyêwî yê Sadam li Swêdê ye
Peymana qedexekirina pêşxistin û bikaranîna çekên kîmyewî li cîhanê giring e û hejmarek bilind ji welatan îmze kiriye. Ev aliyek pirsê ye. Aliyê din prosesa girtin û cezekirina kesên gunehkar in. Kesên çekên kîmyewî bi zanatî û ji bo jenosîda neteweyên din bikaranîne, divê bê ceze nemînim.
Mihemed Kemal Abed serleşkerê Sadam Hisêynî bû. Ew endamê partiya Baas e. Di pêşxistina çekên kîmyewî û nukleerî li Iraqê rola wî sereke bû, mirov dikare bêje ku, ew hetanî cihekî di derece yekem de berpirs e.
Ew çekên kîmyewî ku bi destê Abed hatibûn pêşxistin, di 1977-78 an de di jenosîda Enfal û Helebceyê de li dijî Gelê Kurd bi zanatî hatin bikaranîn. Bi deh hezaran Kurd hatin kûştin, brîndar bûn û seqet man. Bi deh hezaran Kurd jiyana xwe li xerîbiyê derbas kir.
Serleşkerê Sadam Hisêynî, serleşkerê Baasî Abed, ji bo mafê penaberiyê hate Swêdê û di 20 mêha 11/2009 an de ji daîreya mihaciran-Migrationverket ê mafê penabertiyê girt.
Biryar şaş e û pêwîst e Swêd li ser vê biryarê ji nû ve kur bibe.
A) Bê guman e ku, Swêd ji bo peydekirina zaniyariyên li ser şesên mîna Abed, zîrek e. Dema bixwaze dikare ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, Iraq û Emerîka zaniyarî, belge û dokumentên li ser Abed peyde bike. Lê ji Swêdê re, pêkanîna lêkolînek û hewildanek wisa zêde nehate rojevê.
B) Armanca Saddam Hisêyn ji bo, pêşxistin û bikaranîna çekên kîmyewî û nukleerî baş tê zanîn. Mirov zane ku, 20 hezar kurdên Feylî bûne qûrban ji bo pêşxistina çekên kîmyewî li Iraqê. An ku Sadam çekên kîmyewî û yên giran li ser Kurda ceribandine.
C) Ceribandina çekên kîmyewî ji aliyê pispor û çêkerên çekan ve tê raçavkirin. Anku kesên wan çekan pêşdixînin, mirovên dibin qûrban bi xwe hildibijêrin û li ser wan bikar dihênin.
D) Saddam Hisêyn, ji bo tevkûjiyê, çekên kîmyewî di şerê Iraq û Iranê de ceribandine û li dijî Kurdan gelek caran bikar aniye. Ceribandin, herdem di raçavkirina pispor û pêşniyazên wan de dibin.
Di vê çarçoveyê de, mirov bi şik e ku, Mihmed Kemal Abed, ne tenê çek pêşxistine. Wî di ceribandina çekan de rol girtiye û ji bo ceribandinê nû li ser mirovan rol girtiye. Abed endamê partiya Baas e. Ew serleşker e. Mîna gelek serleşkerên giştî yê Sadamî, divê Abed jî li ser pirsa bikaranîna çekên kîmyewî û ceribandina çekan li dijî xelkê sivîl bibe cihê lêkolînê.
4 gulana 2010 an, heyetek ji Kurdocide Watch-CHAK ê, Cîgirê Serokê Giştî Gabar Çiyan, Serokê CHAK-Swêdê Kader Nadir û Hiquqvan-rojnamevan Şîlan Saîdî bi şêweyekî fermî çûne daîreya polîsên giştî yê ewlekarî û sucdarên giştî yê Swêdê. Li wir belge û dokumet pêşkêşî wan kir. Dawe li dijî Abed dane destpêkirin.
Çiyan li ser pirsê dîtina xwe wisa anî zimên: CHAK hevkarê mehkemeya navnetewî ya sucdarên şer e. Di vê çarçoveyê de, qatilên tevkûjiyê têne tesbîtkirin û li dijî wan, li welatê lê ne dawe têne vekirin. Dema encam neyê bidestxistin, em pirsê dibin ber destê dadgeh û dezgehên navnetewî.
Prosesa li dijî Abed destpêkiriye. Divê îfadeya wî ji aliyê dadgeha sucdarên tevkûjiyê bê kirin. Xelatkirina kesên wisa bi mafê penabertiyê, cesaretê dide kesên qatil. Swêd ji bo pirsê mafê mirovan welatekî nasdar e. Biryara Swêdê ya derbarê Abed de nikare bê fêmkirin û pejirandin…
CHAK-Navenda Dokumentasyonê & EuroKurd News