Cîhan

Aboriya Herêma Kurdistanê Piştî Koronayê

Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, konfransa “Aboriya Herêma Kurdistanê Piştî Koronayê” ji aliyê jûrên bazirganî û pîşesaziyê yên Amerîka ve tê lidarxistin.

Biryar e îro û sibe bi beşdariya berpirsên bilind ên Amerîka, Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîka yên ku li Herêma Kurdistanê weberhênanê dikin bê girêdan.

Di konferansê de guftûgo li ser çawanîya geşepêdana aboriyê li Herêma Kurdistanê, derfetên weberhênanê li Herêma Kurdistanê, giringiya ewlekariya xwarekê û paşeroja pêwendiyên Amerîka û Iraqê di warê de enerjiyê de tê kirin.

Li gora ragihandineke Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel berpirsên bilind ên Amerîka, têbînî û daxwazên beşdarbûyan tomar dikin û beşdarî di guftûgoyan de dikin.

Back to top button