Nivîsar

Abdurrahman Durre wefat kir

Nivîskar û damezrînerê Enstîtuya Kurd a Stenbolê Abdurrahman Durre, li bajarê Almanya Kolnê wefat kir. Ev demeke dirêj bû ku miftiyê berê Durre, li Almanya tedavî didît.

Abdurrahman Durre, di heyama 12ê Îlonê de li dadgehên leşkerî hat darizandin. Durre, piştî 12ê Îlonê cardin vegeriya peywira miftîtiyê. Di sala 1990 î de, ji aliyê rejîmê ve cardin ji ber nêrîn û siyaseta xwe hate darizandin û demekê di girtîgehên Mûş û Erzinganê de ma.  

Abdurrahman Durre, hîn ku wek penaber derneketibû derveyî welêt, di damezrandina Enstîtuya Kurdî a Stenbolê de jî cîhê xwe girt û heta demekê jî dersên Kurdî li enstîtuyê dan.

Nivîskar Abdurrahman Durre, di sala 1930 î de, li navçeya Mûşê li Mazgîrtê, li gundê Kêranlixê hatiye dinyayê. Perwerdehiya xwe ji medreseyên Kurdan girt û temam kir. Piştî medrese qedandinê, di medreseya Norşînê de dest bi muderrîsiyê kir. Qasî 10 sala li medreseya Hasan Paşa ders dan. Dûra li ser navê xwe medrese ava kir û di medreseya xwe de dersên Kurdî dan. Di sala 1962 an de li Enqerê bicîh bû. Li wira kete ezmûna Diyanetê û dest bi miftîtiyê kir.

Abdurrahman Durre, wê li welatê xwe, li navçeya Mûşê Mazgîrtê were binax kirin.    

Back to top button