Polîtîk

Abdulkadir Selvi: Rewşa 34 şeredarên DEMê tê nirxandin.!

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdûlkadîr Selvî îdia kir ku ji 38 şaredariyên Partiya DEM’ê ji aliyê ‘Qendîlê’ ve hatine tayînkirin di derbarê tayînkirina qeyûman de nirxandinek kir.

Selvî di nivîsa xwe de dibêje:

“Erdogan û Bahçelî di hevdîtina 3’ê Cotmehê deStratejiyek nû diyar kirin. Em dikarin ji vê re jî bibêjin siyaseta nû. Piştî hevdîtina li gel Bahçelî Erdogan civîna Kometeya Ewlehiya Netewî li darxistû hinek biryar wergirtin.

Stratejiya nû jî xwediyê rûyekî hundirîn bû. Serokomar Erdogan di axaftina vekirinê ya 1ê Cotmehê ya li Meclisê da qala xurtkirina eniya navxweyî kir. Piştî vê yekê, Bahçelî di Parlementoyê de merheba da  berpirsên DEMê û destê wan hejand. Bahçelî ûêşniyar kir ku, bila Ocalan were parlementoyê û guruba DEMê de biaxive û bêje: “Me teroro dawî anî û PKK hatiye fesih kirin.

Bahçelî bangek dîrokî kir, dahatûya xwe ya siyasî xist xeterê. Girîng bû ku ev bang ji MHP ku sembola neteweperestiya Tirk e hat. Dewletê biryardarî û dilpakiya xwe nîşan da

Li dijî PKK’ê amadekariyên operasyoneke berfireh tê kirin. Di van operasyonan de Erdogan û Bahçelî wek bûyerên Kobaniyê yên berê, ji bo ku Qendîl xetên xelet aktîv neke, destê dilovaniya dewletê nîşa xelkê dike.Diyar kirin ku dewlet çiqas samîmî ye. “

Selvî dibêje ku, dê dewlet li himber xelkê nerm û dilovanbe ,lê himber PKKê dê tund be.

Di derbarê Şeradarên DEMê de Selvî dibêje:

“ Beriya hilbijartinên herêmî ji DEM’ê re peyam hat dayîn ku navên ji aliyê PKK’ê ve hatine diyarkirin, kesên ku bi dewletê re pirsgirêkên wan hene, darizandinên wan berdewam dikin, têkiliya wan bi Qendîlê re heye neyên diyarkirin. Hat gotin ku ger hûn kesên ku ne girêdayî PKK’ê ne diyar bikin dê erka xwe bidomînin.

Lê ji ber ku îradeya DEM’ê ne di destê wan de bû, nekarîn bigihin vê yekê. Qendîl navên ku têkilî û têkiliyên wan bi PKK’ê re hene û ji ber PKK’ê darizandina wan didome û derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin destnîşan kir.“

Selvî dibêje ku, şopandina rewşa hinek şeradarên din ku  di derbarê wan de doz heyî û ji aliyê Qendil ve hatine destnîşan kirin berdewam dike.

Back to top button