Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Tirkiye kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo malavayî û xatirxwestinê pêşwaziya birêz Mehmed Mevlûd Yakût kir ku wekî Konsulê Giştiyê Tirkiye li Herêma Kurdistanê, dawiya erkê wî hat.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasî kar û hewlên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Yakût spas û rûmet û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê yên ji bo serxistina erkên wî, her wiha xweşhaliya xwe ya ji bo karkirina xwe ya li Herêma Kurdistanê derbirî.

Back to top button