Civak

Parlementerê Huda Parê ji bo zimanê Kurdî pişgirî da palementerê DEMê

Parlementerê Êlihê yê HUDA-PARê Ramanli piştgirî da Parlementerê DEM’ê Çiftyürek a ku banga bijartina dersên kurdî kir û got, “Ziman bi taybetî jî zimanê me yê kurdî meseleyeke ne hizbî ye. Ji ber vê bangê ez we pîroz dikim.

“Ez we ji bo vê bangê pîroz dikim”

Parlementerê Êlihê yê HUDA-PARê Serkan Ramanli di parvekirina xwe ya bi kurdî û tirkî ya li ser platforma Xê de Çiftyürek etîket kir û wiha got: “Ziman bi taybetî jî zimanê me yê kurdî meseleyeke ne hizbî ye. “Ji ber vê bangê ez we pîroz dikim” û piştgirî da Çîftyürek.

Parlamenterê DEM’ê yê Wanê û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyûrek, di daxuyaniya xwe ya li Meclîsê ya têkildarî dersên bijarte yên kurdî de, ji Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê xwest ku heya 20’ê Sibatê dirêj bike.

Çîftyürek bang li malbatên Kurd û gelê Kurd jî kir û got, “Dersên hilbijartî pirsgirêka Kurd çareser nake. Lê dîsa jî gavek girîng e. Werin em vê gavê bavêjin. Beriya her tiştî em bang li gelê xwe dikin. “Gavek biçûk be jî divê zarokên kurd zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin û serlêdanê bikin.

Back to top button