Îran naxwaze PKK ji dev çekan berdê
Rejima Îranê naxwaze PKK çekdarên xwe ji Kurdistana Bakur vekişîne û ji dev çakan berdê. Di vê derbarê de hinek berpirsên bilind yên Îranê hevdîtin li gel desteya serokatiya PKKê pêkanîne û ji wan xwestine ku ji dev şerê çekdarî bernedin.
Berpirsek bilind yê leşkerî Kasim Silêman ev daxwaziya rejima Îranê gihandiye Murat Karayilan. Herweha rejima Îranê ji PKKê re gotiye ku, eger hun ji dev şer bernedin emê hemî awayî pişgiriyê bidin we.
Wek tê zanîn devjêberdana çek ji aliyê PKKê ve û dawî hatina şerê çekdarî, nayê hesabê dewletên herêmê. Îran, Rejima Suriye û Malikî naxwaze pêajoya li Tirkiye destpêkirî ser bikeve. Ji berku PKK ji dev çek berdê hêdî ev rejimên herêmê nikarin wan li gora armancên xwe li dijê hevûdin kar bînin. Taybetî ev yek ji bo Kurdistana Başûr girînge.