Barzanî: Divê êrîş bê bersiv nemînin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê êrişên Pasdarên Şoreşa Îranê yên li ser Hewlêrê de got: “Mixabin ev êrîş pir nepêwist in û divê bê bersiv nemînin”.
Barzanî ku li Davosê bû, têkildarî êrîşên li ser Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê da û pirsên rojnamevanan bersivand.
Barzanî got: “Ev êrîş û dijminatiya li dijî Herêma Kurdistanê tu sedemek xwe nîne û neheqî ye. Me bi hemû hêza xwe xizmeta gelê xwe yê li Herêma Kurdistanê kiriye û bi awayekî aştiyane peywendiyên xwe bi welatên cîran re pêş xistiye”.
Mesrûr Barzanî bi berdewamî got: “Mixabin ev êrîş gelek nepêwist in û nabe bê bersiv bimînin. Em hêvî dikin ku civaka navdewletî alîkariyê bide da ku êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne û bihêle ku em li welatê xwe di nava aramî û azadiyê de bijîn”.
Barzanî herweha got: “Ev êrîş û dijminatiya Herêma Kurdistanê tu hincetên xwe nîne. Me wek Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe û pêşxistina peywendiyên xwe bi welatên cîran re bi awayekî aştiyane kiriye, lê mixabin ev êrîş gelek bê maf in û nabe bê bersiv bimînin”.