Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Balyoza Amerîka civiya
Li Bexdayê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir.
Di civînê de li ser rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de nêrînên xwe danustandin.
Her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiyê li navçeyê û rêgirtin li zêdebûna aloziyan hevfikir bûn. Her du serokan her wiha peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên berjewendiya herdu aliyan gotûbêj kirin.