Cîhan

Blinken bi Erdogan û Fîdan re civiya

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û hevtayê wî Hakan Fîdan li Qesra Vahdettîn a Stenbolê bi qasî 2 saetan hevdîtinek pêk anîn. Blinken paşê bi Serokomar Erdogan ra hat bal hev.

Wezîrê derve yê Amerikayê û wezîrê derve yê Tirkiye nêzikî du demjimira civîyan. Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar nehat dayîn. Piştî vê hevdîtinê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken re hevdîtinek pêkanî. Wezîr Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Balyozê Enqereyê yê DYA’yê Jeffry Flake jî beşdarî civînê bûn. Herdu civîn jî ji çapemeniyê re girtî bûn.

Hakan Fîdan da xûyakirin ku, Tirkiye li bendê ye ku pêvajoya kirîna F-16 ji DYAyê biqede û biryara dawî ya pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATO’yê ya Meclîsa Tirkiyeyê ye. Fîdan amaje bi wê yekê kir ku êrîşên zêde yên Îsraîlê li ser tevahiya herêmê metirsî ye, Fîdan bal kişand ser wê yekê ku divê demildest agirbest were ragihandin û alîkariyên mirovî yên bênavber ji bo Xezeyê bên kirin û daxwaz kir ku di zûtirîn dem de danûstandinên çareseriya dudewletî dest pê bikin.



Back to top button