Pêvajoyê CHP tevlîhev kir
Di CHPê de nexweşiya pêvajoyê kûr dibe.
Ji berku di nava partiyê de beşek dixwazin pişgiriya pêvajoyê bikin.
Cigira serokê CHPê Gulseren Onanç ji cîgiriya serokatiya partiyê îstifa kir. Sedemê îstifa xwe bi vî awayî da diyarkirin.
Onanç dibêje ku ew di siyasetê de nû ye. Wek din got: Tişta ku ez dizanim raste ez dibêjim. Gotarên min hinek hevalên me di Meclisa Partiyê de aciz dike. Ew gelekî êrîşê min dikin, lê ez tu caran ji ber êrîşên wan ji dev baweriya xwe bernadim. Ez tiştan dibêjim, yên wek min bawer dikin partiye de gelekin lê nikarin tu bandorê li desthilatdariya partiyê bikin.
Onanc dibêje: Ez bawerim divê em pişgiriyê bidin pêvajoyê. Pêwiste em siyasetek aktîf û vekirî rêve bibin.
Onac got: Min tenê ji cêgiriya serokê partiyê xwe daye aliyekî. Ez endamê Meclisa Partiyê me. Ez ji partiya xwe istifa nakim ,lê emê rastiyê jî bêjin.
Herweha di serî de tê zanîn ku di nav CHPê de şaxê çepên netewî gelek bi hêze. Ev beş di nava CHPê de beşê nijadperest e. Kemalîstin û her kesekî jî li Tirkiye Tirk qebûl dikin.
Beşê duyem xwe sosyal demokrat dibîne lê mixabin di praktîkê de ji vê rastiyê dûrin û xwe wek parêzerê statuya dewletê dibînin.
Lê beşek din hene ku kesayetên demokratin yan jî li gora mercên Tirkiye xwe sosyal demokrat nav dikin. Ew piraniya wan ji derveyê partiyêne û tu bandora wan li partiyê tuneye.
Rojevakurd