Saxtekarî hatiye kirin û sextekariya mezin jî li Bexdayê
Duhî li 12 wîlayetên Îraqê hilbijartinên wîlayetan dest pê kirin û ji saet 7ê sipêdê heta 5ê êvarê berdewam kir. Ji ber rewşa nebaş a emnî hilbijartin li Kerkûk, Mûsil û Enbarê çê nebûn
Li gor agahiyên komisyona bala a serbixwe a hilbijatinan a Îraqê rêjeya beşdarîkirinê di hilbijartinana de 59% bûye lê li Bexdayê bi tenê 35% beşdarî di dengadanê de kir.
Berpirsekê komsyona bala a serbixwe a hilbijartinan ji malpera NRT re got ku, hema bêje li hemû bajaran saxtekarî di hilbijartinan de hatiye kirin û sextekariya herî mezin ji li paytextê li Bexdayê hatiye kirin.
Sîrwan Ehmed yek ji berprisên komisyonê got ku, li Baqubayê nawen da wîlayeta Diyalayê grûpek çekdar êrîş kir ser bingehê dengdanê û hemû sindoqên dengdanê şikandin û kaxezên dengdanê revandin.
Li gor komisyona hilbijartinan di roja 25ê vê mehê encamên hilbijartinan dê bi fermî bên ragehandin.