Divê desthilata Kerkûkê bibin Kurd daku erebkirina deverê bisekine!

Li Iraqê û hinek parêzgehên Kurdistanê ku derveyê Herêma Kurdistanê ne hilbijartinên parêzgehan pêkhatin. Kurd bi lîsteyên cuda tevlî hilbijartina bûn. Li Parêzgeha Musilê PDK serkeftin destve anî û herweha li Kerkûkê YNKê serkeftin destve anî.
Bê guman gelek nirxandin û şiroveyên cuda li ser rewşa Kerkûkê têne kirin. Tê zanin ku li Kerkûke ji sala 2005ê pêve hilbijartinên parêzgehê çênebûne. Di vê nevberê de, sala 2017ê piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, beşek ji YNKê li gel Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li hevkirin û Kerkûk dagir kirin. Ev bûyer wek xiyaneta 16ê cotmehê hate nav kirin. Ji wê rojê pêde desthilata Kerkûkê ji destê Kurda derket û bi temamî keta destê Ereban de. Kerkûk ji hêzên ewlehiyê yên Kurdan hate pakij kirin. Ereba siyasetek nijadperestî rêve bir û bi dehê hezaran kesan ji Kerkûkê bar kirin û Kerkûk di çerçoveya projeka taybet de ber bi erebkirinê ve birin.
Taybetî PDKê bi temamî xwe ji Kerkûkê da aliyekî û demek dirêj venegera Kerkûkê. Gelek hevdîtin di navbera PDKê û Bexdayê de hatin kirin û her vegera PDKê ya Kerkûkê hate gotubêj kirin. PDK ji berî hilbijartina demekî vegeriya Kerkûkê û avahiya Partiya xwe vekir û dest çalakiyên xwe kir.
Di hilbijartinan de YNK ji PDKê behtir denga destve tîne, ev hem hilbijartinên giştî yên Iraqê de û hemjî di hilbijartinên herêmî de wehaye. Yanî li Kerkûkê giraniya YNKê heye.
Ji berî 16 cotmeha 2017ê, Kerkûk bi temamî destê Kurdane de bû û parêzerê Kerkûkê kurd û ji YNKê bû. Yekdengiyeka Kurda hebû. Belkî jî tişta dihila ku Kerkûk di destê Kurdan de be ev yekdengiya Kurdan bû.
Niha piştê 18 salan li Kerkûkê hilbijartin çêbûn û piraniya kursîyên parêzgeha Kerkûkê ket destê Kurdan de. Li gora encama hilbijartina heta niha dixweyê ku, YNKê 155.000, PDKê 49.000 û Nifşê Nû jî 25.000 deng wergirtine.Li gora vê belavbûna Kursiyan jê wehaye: YNKê 5 PDKê 2 û Nifşê Nû jî 1 kursî destve anine. Ev encam piraniya endamên Meclisa Bajarê Kerkûkê ye. Ev tê wateya ku eger Kurd bi hevre tevbigerin parêzerê Kerkûkê dibe Kurd û desthilata Kerkûkê dikeve destê Kurdan de. Yanî xala herî girîng li Kerkûkê yekitiya aliyên Kurd e û ev yek jî taybetî hevkariya PDKê YNKê re derbas dibe.
Ji xwe hevkarî û yekgirtina PDKê û YNKê ji bo pêşeroja Kurdistanê û parastina destkeftiyên Kurda jî pêwistiyeke. Em hemî dibînin ku, dema Kurd li herêma Kurdistanê yekdengbin, li himber Bexdayê bi hêztirin û behtir dikarin berjewendiyên xwe biparêzin. Mercên Kurdistanê PDK û YNKê mecbûrê hevkariyê kirine û ji bo berjewendiyên Kurdistanî dive ev yek her di rojevê de be.
Eger mirov behsa siyaseta YNKê û helwestên wan yên siyasî bike gelek berfireh mirov dikare behsa zeyf tiştan bike, heta siyaseta PDKê jî gelek aliyan de di vê derbarê de tê rexnekirin. Lê di vê pêvajoyê de babet ne rexnekirina PDK û YNKê ye. Gerek mirov hinek tiştan berbiçav bigre û ji bo serkeftina Kurdistanê yekdengiya Kurda bi hêz bike.
Nêrîn şirove