Civak
Artêşa Tirk berpirsekî PKK kujt

Hat ragihandin ku Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) bi operasyonek niqteyî li Başûrê Kurdistanê Yadin Bulut ê bi nasnavê “Rizgar Suvar”ê ku tê îdiakirin berpirsiyarê bazirganiya narkotîkê û pakkirina pereyên PKK/KCK ye kujtiye.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên dewleta Tirk hatine hildan û di çapemeniya Tirkiyê de belav bûye, Yadin Bulut di sala 2015an de tev li PKK/KCK bûye û li Qendîl û Xakûrk-Avaşînê çalakiyên xwe berdewam kiriye.
Yadin Bulut ê ku yek ji wan kesên ku wek rêvebiriya bazirganiya tiryakê û trafîka pereyên reş ên PKK dike tê destnîşankirin, li Başûrê Kurdistanê bi operasyonek niqteyî hatiye berterefkirin.


