Polîtîk

Em çekên xwe danaynin

Rojnama Ispanî El Pais li gel Murat Karayilan hevpeyvînek çêkir. Di vê hevpeyvînê de Karayilan dide xuyakirin ku ew bi tu awayî çêkên xwe danaynin û ji sinorê Tirkiye dernakevin.

Karayilan dibêje: Em dixwazin Komisyonek ya Heqîqetê bê damezirandin. Me jî eskerên Tirka kuştine. Di saya serê vê komisyonê herdu alî hevûdin efu dikin.

Karayilan behsa pirsa ku çekên xwe deynin û bi wî awayî xwe vekişînin de dibêje: Li Tirkiye zêdeyî 2000 çêkdarên me hene. Li Qendîl jî 5 hezar çekdarên me hene.Em dibêjin ev yek ne mimkine. Pêvajo berdewame em gotubêjê dikin. Çekdarên me çekan deynin teqewît nabin.

Karayilan dibêje heta zeminek destûrî neyê amade kirin em xwe venakişînin. Wek din Karayilan behsa destûra nû li Tikiye dike . dixweyê daxwaziyên BDPê ne  bi keyfa Karayilane. Karayilan dibêje: Divê di destûrê de nasnama Kurd bê naskirin. Lê di reşnivîsa BDPê de tiştek bi vî awayî tuneye.

Berdewamiya axavtina xwe de Krayilan dibêje: Em dikarin entekreyê jiyana sivîl bibin. Ji xwe karê em dikin ji sedî 90 siyasiye. Herweha Karayilan dibêje em karê tiryakê nakin û em ji bo destxistina mafên netewî yê Kurdan şer dikin.

Di gotinên Karayilan de dixweyê, ew wek Ocalan û BDPê nafikire. Lê di nav PKKê de wek hev nefikirandin ne gelekî girînge. Dawiyê de gotina Ocalan derbas dibe û ya giring jî encam e.

Back to top button