Cîhan
DYA li Sûriyeyê operasyoneke hewayî pêk anî
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Sûriyeyê li dijî komên nêzî Îranê êrîşên hewayî pêk anîne.
Di daxuyaniya ku li ser rûpela CENTCOMê hat dayîn de
Dibêje: “Em ê hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina gelê xwe li hemberî berpirsyarên êrîşan werbigirin û em ê di cih û dem de bersivê bidin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev êrîşa hewayî bersiva êrîşên li dijî welatiyên DYA’yê yên li Sûriye û Iraqê ye, lê derbarê herêma Sûriyeyê û encamên wê de ti agahî nehatine parvekirin.