Polîtîk

Parêzgarê Hewlêrê bi Balyozê Tirkiyê re civiya

Waliyê Hewlêrê Umêd Hoşnav û Balyozê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mewlûd Yakut hatin cem hev.

Di daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê ya derbarê civînê de hat gotin: “Di civînê de, girîngiya bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ya ku xwediyê dîrokek kûr û berdewam e hat zimên û giringiya bazirganî û veberhênanê hat teqezkirin”.

Walî Hoşnav, diyar kir ku ji bo biserxistina xebatên konsolosxaneyê ew amade ne ku her cûre îmkanan bidin û ji ber derfetên ku hatine dayîn spasiya welatiyan kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Balyozê Tirkiyê yê li Hewlêrê ji ber hemû kordînasyon, alîkarî û rehetiya ku ji wan re hatiye kirin spasiya walî kir”.

Back to top button