Cîhan

Blinken û Sûdanî êrîşên milisên Îranî li ser bingehên DYA gotubûj kirin

Di çerçova gera xwe ya li herêmê û hinek welatên din, wezîrê derve yê DYA Antony Blinken gihat Bexdayê û li gel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiya.Blinken û Sudanî êrişên ser hêzên Amerîkayê yên li Îraqê, şerê Xezeyê û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Piştî hevdîtinê Blinken daxûyakirin ku, wî hevdîtinek gelek erênî û serkeftî li gel serokwezîrê Iraqê kir.Blinken di derbarê hevdîtinê de got:

  • Êrişên ser hêzên Amerîkayê yên li Îraqê, şerê Xezeyê û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.
  • Em naxwazin bi Îranê re şer derkeve lê ji bo parastina hêz û welatiyên xwe em dê hemû tedbîran hilgirin.

Piştî vê hevdîtinê berpirsê çapemeniya serokwezîrê Iraqê da xûyakirin ku, dê Sudanî piştî vê hevdîtinê serdana hinek welatan bike û serdana yekem dê Sudanî herê Îranê.

Wek tê zanin wezîrê derve yê DYA piştî serdana xwe ya Îsrail, serdana Urdin, Iraq, Tirkiye û Koreya Başûr û Hindistanê jî bike. Ev serdanek berfireh e û dê siyaseta Amerika ya li Rojhilata Navîn û herweha rewşa şerê Îsrail û Hemasê ji berpirsên van welatan re bi zelalî bê diyarkirin.

Serdana Blinken ya Iraq û Tirkiye xwediyê giringiyek taybet e. Ji ber ku, li Iraqê bingehên Amerikî dibe armanca êrîşên milisên Îranê û jiyana efser û diplomatên Amerikî dikeve xeteriyê de. Tirkiye jî di pirsgirêka şerê Îsrail û Hemasê de, di nava tevgerekide ye û Amerika di hinek waran de hem dê bala Tirkiye bikşîne û hemjî dê li gel Tirkiye bikeve di nava hewldanekî de ji bo arikariyên mirovahî ji bo Filistiniyan.Taybetî hinek tiş di çerçoveya NATOYê de bene axavtin.

Back to top button