Cîhan

Blinken serdan a Tirkiye dike


Hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blinken 5ê Mijdarê roja yekşemê wê li Enqereyê be.

Blinken 5ê Mijdarê roja yekşemê wê li Enqereyê be. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku, Blinken ji berî serdana xwe ya Enqere diçe Îsrail û Urdinê.

Miller got: “Blinken dê piştgiriya me ji bo mafê Israîlê ku xwe biparêze li gorî yasayên mirovî yên navdewletî dubare bike û li ser karê me ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî gotûbêj bike, û herwiha pêwîstiya wergirtina hemû tedbîran ji bo kêmkirina qurbaniyên sivîl dê hewlbide.“

Di hevdîtina ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Miller ve hat kirin de bersiva pirsa rojnamevanan a “Gelo Blinken dê serdana Tirkiyeyê bike?” da û got, “Ji bilî Îsraîl û Urdunê niha ez nikarim serdaneke din piştrast bikim.”

Back to top button