Kultur

Helbestvanê Kurd Arjen Arî di 11. salvegera wefata xwe de hat bibîranîn

Arjen Arî ku yek ji navên pêşeng ên wêjeya nûjen a Kurdî ye, di 11. salvegera wefata xwe de li Amedê li ser gora xwe hat bibîranîn. Xizm û hezkiriyên Arî li ser gora wî mûm pêxistin û qurnefil danîn danîn ser gora wî.

ARJEN ARI KÎ YE?

Di sala 1956an de li gundê Çalê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bûye. Arjen Arî ku yek ji nivîskarên nemir ê helbesta Kurdî ye, xwendina xwe ya seretayî û navîn li Nisêbînê qedandiye û di sala 1979an de beşa Tirkî ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê qedandiye.

Helbesta wî ya yekem di sala 1979an de di kovara Tîrêj de hatiye weşandin. Helbestên wî di kovarên bi navên Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nubihar, Gulistan, Kevan, Tiroj, Peyv, Nûbûn û Karwan de li Swêd û Tirkiyê hatin weşandin.

Di sala 2004an de di nav damezrênerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd de bû. Di 30ê Cotmeha 2012an de li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin. “Pêşbirka Helbestên Arjen Arî” her sal ji aliyê Weşanên Sor ve li ser navê Arî û malbata nivîskarê Kurd Arjen Arî tê lidarxistin. Pêşbirk ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor (Weşanên Sor) ve ji bo paraztina ziman û wêjeya Kurdî û nirxên gerdûnî yên hunerî tê organîzekirin.

Xebatên wî:

Ramûsan min veşartin li geliyekî (Avesta), 2000

Mal chiya rûspî ne (Avesta), 2002

Destana Kawa (Sêv), 2003

Eroûtîka (Lîs), 2006Şêrgele ” (Avesta), 2008

Ji aliyê din ve, Arî Antolojiya Wêjeya Kurdî ya bi navê “Antolojiya Helbesta Bakûr” jî amade kir, ku tê de paşxaneya dîrokî ya helbesta Kurdî radigihîne.

Back to top button