Civak
Kanal 8 dest bi weşanê dike
Kanala ku navenda wê li bajarê Silêmaniyê ye tê avakirin. Kanala ku wê bi navê “Kanal 8” bixebite wê li Tirkîyê jî ofîsa xwe veke.
Hat ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê kanalek nû ya nûçeyan tê avakirin.
Kanal 8 a ku wê li Silêmaniyê bê avakirin niha weşanên girtî dike û wê di demek kin de dest bi weşana bi rêya satelîtê bike.
Hat gotin kanala ku wê li Tirkîyê jî bixebite, wê di destpêkê de li Enqereyê ofîsa xwe veke û li Stenbol û Amedê jî nûçegihanên wê hebin.
Kanal 8 wê bi Kurmancî, Soranî û Erebî weşanê bike.