Banga El Qaîde û DAIŞê: “Cîhadê li hemû cîhanê belav bikin”
Her du rêxistin û şaxên wan peyama “Ev şerê tevahîya ummeta Îslamê ye” dan.
Artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmehê ve bi tundî Gazzeyê bombebaran dike El Qaîde û DAIŞê bang kirin ku divê şerê li Xezeyê bibe cîhadek ku li hemû cîhanê belav bibe.
Malpera nûçeyan a Long War Journal a girêdayî Weqfa Paraztina Demokrasîyan (FDD) ku navenda wê li Amerîkayê ye, daxuyanîyên rêxistinên îslamî yên radîkal weşandin û got: “Dibe ku li Rojhilata Navîn û Rojava bûyerên terorîstî yên nû pêk bên”.
Di daxuyanîya El-Şebab a ser bi El Qaîdeyê de hat gotin ku şerê li Xezeyê ne tenê ji bo komên Misliman ên li herêmên Filistînê, şerê ummeta Îslamê ya giştî ye.
Di daxuyanîya rêxistina ku ji bo tunekirina Hikûmeta Federal a li Somalîyê têdikoşe û piranîya başûrê Somalîyê kontrol dike, wiha hat gotin: “Divê Misliman werin cem hev û ji bo piştgirîya mucahidînên li dijî cihû û hevalbendên wan ên kafir her tiştî bikin”.
El-Qaîde li Mexrîbê, pêkhateya El-Qaîde ya Bakurê Afrîkayê û Cemaat Nusra El-Îslam û Muslim, daxuyanîyek hevpar dan. Rêxistinan diyar kirin ku ew piştgirîyê didin operasyonên Hamasê û ev daxuyanî dan: “Filistîniyan ji bo ku şûrê şermê ji stûyê xwe derxin, êrîşî Cihûyan kirin. Em çalakîya we pîroz dikin û bang li we dikin ku hûn di rêya cîhadê de bi sebir berdewam bikin. Îro hûn li ser navê hemû ummeta Îslamê bedel didin. Em, El Qaîde, têdikoşin da ku em bi we re di azadkirina Qudsê de bibin xwedî derfet”.
Ji alîyê din ve rêxistinên girêdayî El Qaîdeyê jî xwestin şerê ku li dijî Îsraîlê hatiye destpêkirin heta Şerîa Rojava bê kirin. Cîhadîyan gotin: “Bilezînin, li Şerîeya Rojava agirê bin lingên Cihûyan vêxin. Rabin li dijî Cihû û yên ku cihûyan diparêzin şer bikin”.
Li alîyê din, DAIŞê di kovara xwe ya propagandayê El Naba de îdia kiribû ku divê şerê li Xezeyê derbasî welatên din bibe. Rêxistinê bang kir ku “Cihên cihûyên ku li DYE, Ewropa û cîhanê lê dijîn bên hedefgirtin û balyozxaneyên Cihû û xaçparêzan bên şewitandin”.