Cîhan

Xelata Sakharov ji keça Kurd Mahsa Jîna Amînî re hat dayîn

Mahsa Jîna Amînî ya 22 salî par li Îranê “bi hinceta ku rêgezên perdeyê nagire” hatibû binçavkirin û di girtîgehê de hatibû kujtin. Bi mirina Amînî re, Îranê bû şahidê mezintirîn serhildana gel a dîroka xwe.

Parlamentoya Ewropayê xelata herî girîng a mafên mirovan da Emînî. Emînî, ku par di bin çavdêrîya polîsên exlaqî yên Tehranê de jiyana xwe ji dest da; Ji aliyê Partîya Gel a Ewropayê, partîya Sosyalîst û Demokrat û Nûvekirina Ewropayê ve ji bo xelatê hat berbijêrkirin.

Mahsa Jîna Amînî û tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku ji ber mirina jinek 22 salî li Îranê dest pê kiribû, hêjayî xelatê hat dîtin.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola got ku “kujtina hovane ya Amînî xalek veguherînê bû”. Vê bûyerê bi pêşengiya jinan tevgerek dîrokî da destpêkirin. Cîhanê dirûşmên ‘jin, maf, azadî’ bihîst. Ev sê peyv ji bo hemû kesên ku ji bo wekhevî, rûmet û azadîyê li Îranê radiwestin, bûne qîrîn.

Di ser kujtina Mahsa Jîna Amînî re salek derbas bû: Xwepêşandanên li Îranê çi guhertin? Metsola her wiha got ku xelat “hurmetê dide jin, mêr û ciwanên wêrek û dijwar ên ku tevî zêdekirina zextan li Îranê pêşengîya hewlên guhertinê dikin”.

Xelata Sakharov a Azadîya Ramanê her sal ji alîyê Parlamentoya Ewropayê ve tê dayîn. Ev xelat bi navê fîzîknasê Sovyetê û muxalifê siyasî Andrey Sakharov, ji sala 1988an vir ve ji bo rêzgirtina kes û rêxistinên ku mafên mirovan û azadîyên bingehîn diparêzin tê dayîn. Her wiha 50 hezar euro jî ji bo xelatwergiran re wek xelat tê dayîn.

Sala par piştî êrîşa Rûsyayê ev xelat ji alîyê “Gelê Ukraynayê” ve hatibû girtin.

Xelatgirên berê yên mûxalîf ê Rûsî Alexei Navalny, opozîsyona Belarusî û Îlham Tohtî, parêzvanê girtî yê hindikahîya Ûygûr li Çînê ne.

Back to top button