Polîtîk

Ozgur Ozel: Hilbijêrên Kurd ji me dilgiran in, divê em xwe rexne bikin

Namzedê serokatîya partîya CHP û berdevkê CHP ê meclîsê Ozgur Ozel, di derbarê hilbijartinên herêmî, helwesta CHP, Kemal Kiliçdaroglu û Kurdan de ji çapemenîyê re axivî û protokola ku Kemal Kilçdaroglu bi serokê Partîya Zafer ê Umit Ozdag ê nîjadperest re îmze kiribû rexne kir.

Ozgur Ozel, dilgiranî û poşmanîya ku Kurdan dengê xwe dane partîya wî CHP nirxand û got: “Hilbijêrên Kurd gotin ‘Gelo me dengê xwe da CHP ji bo Ümit Özdağ bibe Wezîrê Karên Hundir?”

Ozel, anî zimên ku protokola veşartî potansîyela tifaqa civakî ya CHP ji holê rakir û wiha dewam kir: “Hilbijêrên Kurd ji vê rewşê re çi dibêjin? Kurdên ku em ji bo Serokkomarîyê hilbijartin – ez çûm Amedê û min ev yek bi guhên xwe bihîst- dibêjin ‘Gelo me dengê xwe da ji bo ku Ûmît Ozdag bibe Wezîrê Karên Navxweyî, me dengê xwe da Musteşarîya MÎTê? Min got hilbijêrên Kurd ji ber protokola veşartî ji CHPê hêrs bûne û yekser derketin û pirsîn ‘Ma bi HDP re protokolek veşartî hebû?’.  Li cihekî ku dengdêrên Kurd rasterast bandorê li encamên hilbijartinê bikin, heta ev bêhêvîbûn neyê sererastkirin, divê em wan neşînin ser sindoqan. Divê em xwe rexne bikin”. “Ez bi fikar im ku ewê hêza xwe nîşanî muxalefetê bidin”

Ozel, anî zimên ku ji bo hilbijêrên Kurd ên nerazî vegerînin divê guhertin çêbibe û got: “Eger wiha berdewam bike ez ji vê yekê ditirsim: Vê carê ewê hêza xwe nîşanî muxalefetê bidin. Ji ber ku nerehetîya serdema borî ew êşandine. Li ser vê yekê em dikarin çi bikin? Divê CHP guhertinek mezin a paradîgmayê çêbike”.

Back to top button