Cîhan

Li Xezzeyê nexweşxane hat bombekirin: Bi sedan kes mirin!

Hat ragihandin ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Baptist a El-Ehlî ya li Xeyzeyê de hejmara miräyan derket 500î.

Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristîya Xezeyê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Kudra diyar kir ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Baptist a El-Ehlî ya li Xezeyê hejmara mirîyan derket 500î.

Wezareta Tenduristiya Filistînê di daxuyanîya xwe ya de diyar kiribû ku di êrîşê de herî kêm 200 kes mirine.

Desthilatdarên Îsraîlê bombekirina nexweşxaneyê red kirin û gotin ku êrîş ji alî Hamas û rêxistinên îslamî ve hatiye kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button