Cîhan

Îranê perwerdeya zimanê biyanî ji bo zarokan qedexe kir

Hikûmeta Îranê hînkirina hemû zimanên biyanî, Îngilîzî û Erebî jî di nav de, ji bo zarokên biçûk qedexe kir.

Li gor ajansa Irna, berpirsê Wezareta Perwerdehîyê Mesûd Tehranî-Fercad got: “Fêrkirina zimanên biyanî li zarokxane, kreş û dibistanên seretayî qedexe ye, ji ber ku di van temenan de nasnameya Îranî ya zarokan çêdibe”.

Komara Îslamî ya Îranê di sala 2018an de xwendina zimanê Îngilîzî di asta dibistana seretayî de qedexe kir, lê hînkirina zimanê Îngilîzî li Îranê ji asta amadeyî de berdewam bû.

Farisî, yekane zimanê fermî yê Îranê, her çend ew peyvan ji Fransî û Îngilîzî werdigire jî,bi giranî di bin bandora Erebî de ye.

Di Hezîrana 2022an de, Wezareta Perwerdehîyê plansazîya danasîna “dersa Fransî ya ceribandinê” li dibistanên welêt ragihand da ku “yekdestdarîya zimanê Ingilîzî ji holê rake.

Di meha îlonê de, hikûmetê çûna xwendekarên Îranî ji bo dibistanên navnetewî qedexe kir, û diyar kir ku divê zarokên Îranî bernameya xwendina welêt bişopînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button