Civak
Li derîyên sînor û xalên gumrikê li şûna dolar dînarê Iraqî

Civata Wezîran a Rêveberîya Herêma Kurdistanê ragihand ku li derîyên sînor û xalên gumrikê li şûna dolar wê bac û xercên gumrikê bi dînar bên stendin.
Di derbarê biryarê de Ofîsa Ragihandin û Çapemenîyê ragihand û got: “Di nameya Encûmena Wezîran a ku di 20ê Îlona 2023ê de hatiye weşandin de, li gor xalên guhertina madeya 8 a yasaya hejmar 3 a Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, di sala 1992an de li ser pêşniyaza Wezîrê Darayî û Aborî Biryar bû baca gumrika derîyên sînor û xalên gumrikê tenê bi dînarê Iraqî bê stendin”.
Di daxuyanîyê de her wiha hat gotin ku “Hemû wezaret û alîyên peywendîdar wê bi vê biryarê ve girêdayî bin û eger li derîyên sînor û xalên gumrikê binpêkirin bên kirin, wê binpêker bên cezakirin”.