Awûstralya ji mafên siyasî re got na
Li Awûstralyayê referandûmek ji bo xelkên xwecîhî yên wek Aborîjînan û mafên wan yên siyasî hat lidarxistin. Ji sedî 61ê xelkê Awûstralyayê li dijî mafên siyasî derketin û gotin na.
Awûstralya di referandumê de ji guhertina destûra bingehîn û naskirina gelên xwecihî re got “na”.
Referandûmê her wiha pêşnûmeya avakirina encûmenek şêwirmendî ya ku bandore li şêwirmendîya parlamentoyê û li ser yasa û siyasetên giştî yên gelên xwecihî dike, red kir.
Li gor encamên referanduma ku di çend rojên dawîn de hat hat kirin, ji sedî 61ê welêt dengê “na” dan. Rêberên Aborjîn ên li seranserê welêt ji bo şîna têkçûna referandûmê hefteyekê wek “hefteya bêdengîyê” îlan kirin.
Serokwezîr Antony Albenese got ku ew “para xwe ya berpirsiyarîyê” ji bo têkçûna dengdanê qebûl dike. Albenese bang li gel kir ku “bi ruhê yekîtîyê aram bibin. Albenese got ku li deverên dûr ku civakên xwecihî lê piranî ne, berevajî yên mayî, dengê “erê” xurttir in.
Serokwezîr ji bo referanduma “erê” kampanya dabû destpêkirin. Partîya Lîberal a muxalefetê li dij kampanyayê derketibû.
Gelên xwecî, Aborjîn û Girava Torres Strait, ji sedî 3,8 ê nifûsa Awûstralyayê pêk tînin, bi nifûsa xwe nêzî 984 hezar kes in.