Zilma li 40 gundên Deşta Mişarê têkirin..!
Berî ku,Benda Xêsta(Ilisu) li ser ava Dicle bê avakirin, rêya navbera gundên Deşta Mişarê û bajarê Sêrtê ji niv demjimêerî heta demjimêrekî dirêj bû. Lê piştî Benda Xiste hat çêkirin û ket faaliyetê de, ev rê heta 2 demjimêr û niva dirêj bû. Rêya Deşta Mişarê û Pira li ser Ava Bota ma di bin avê de. Lê rêyek din nehat çêkirin û gundên Deşta Mişarê bi temamî hatin ji bîr kirin.
Eve zêdeyî du salin Gundiyên Deşta Mişarê di bin zilmek mezin de ne û tu rê û rêbar ji bo wan nemaye. Neçar dimînin ku bi hinek keştiyan ji aliyekî ava derbasî aliyê din bibin. Tu ewlehiya van keştiyan tuneye, kevnin û her demî dikarin tujî qezayekî bibin ku bibe sedema jiyana bi dehan insana.
Rê tune û kesek jî mixabin ji bo çar kurîş rant guh nade daxwaziyên milet. Heta wek vê gavê rêyek bedil tuneye û nehatiye çêkirin. Dê berpirsiyar tiştekî bikin yan na, ew jî ne diyare. Rasti xelkê herêmê jî ji gazinda zêde tiştekî nakin. Mixabin hêja HDP û AK partî ji herêmê denga werdigirin.
Dixweyê dê ev zilm berdewam be. Lê bêdengiya xelkê van gunda jî balkêş e.