Maruf: Pêkhateyên li Herêma Kurdistanê piştgirîya tu alîyekî nakin
Wezîrê Pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Endamê Mekteba Siyasî ya Enîya Tirkmenên Iraqê (ITC) Aydin Maruf got: “Dezgehên li Herêma Kurdistanê bêalî ne û di nakokîyên siyasî de piştgirîyê nadin tu aliyekî”.
Maruf, li Mekteba Siyasî ya ITC ya Hewlêrê di derbarê kota û hilbijartinan de bi amadebûna nûnerên hinek alîyên siyasî yên Tirkmenan civînek çapemenîyê li dar xist. Wezîr Marûf got: “Di demên dawî de, di navbera partîyên siyasî û di derbarê qanûna hilbijartinê de nakokî derketin. Hin partî jî di qanûna hilbijartinê de kotayan dikin hedef. Di derbarê qanûna hilbijartinê de gilîyê Dadgeha Federal hat kirin û tê de behsa kotayan hat kirin”.
Marûf da zanîn, biryar hatiye dayîn ku hevdîtinên li Dadgeha Federal ên têkildarî qanûna hilbijartinê bên taloqkirin û got: “Di 15ê Cotmehê de Dadgeha Federalî wê li ser qanûna hilbijartinê û kotayan rûniştinekê pêk bîne. Tirkmen her tim alîgirê aştîyê ne. Tirkmenan her tim bi rêya diyalogê daxwaza mafên xwe kirine. Di vê çarçoveyê de daxwaza me ew e ku Tirkmenan û kotayan ji nakokîyên siyasî derxin”.
Marûf da zanîn ku ew li gel wê yekê ne hilbijartin li gor yasaya hilbijartinên sala 2018ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.