Wateya helwesta A. Ocalan
Piştî ku Girava Îmralîyê ji destê leşkerên Ergenekon`ê derket, konsepta controla A. Ocalan jî dest guhert. Vê carê Ocalan bi hukumeta AKP ve girêdayî ket bin kontrola MIT`ê.
Gava serokê PKK A. Ocalan di sala 1999 bi destê dewleta Ergenekon`ê hat Turkîye, wê gavê poşmanîya xwe da dîyarkirin û got: ”Min şaşî kirîye, dayika min jî Tirk e û ez amade me ku ji vê dewletê re xizmetê bikim!..”
Ji bo samîmîyeta xwe bide nîşandan jî dijminîya Kurdistana Başûr kir û got: ”Ev xencerek bi destê emperyalîstên Amerîka û Îngîlîzan li pişta tirkan tê xistin; destûr bidin min, ez nehêlim Îsraîla dudoyan ava bibe!”
Piştre dest bi parastina Kemalîzmê û tezên wê yên derewîn kir ku Xwedê giravî, ” ev Komar pêşverû bû, ji bo Tirk û Kurdan hat avakirin û Şêx Seîd hat lîstika Înglîzan” û hwd.
Li ser daxwaza dewleta Ergenekon`ê, ji xeynî beşekê, gerîlayên xwe şand Qendîlê. Ji Ewropa û ji Qendîlê du heyet da radestkirin. Lê dîsa jî Ocalan wek muhatabekî sîyasî nehat girtin.
Li gorî radestîya Ocalan, di demek ku her kesî got; `êdî ji alî PKK de şer vemirî`, lê bi daxwaza ordîya Ergenekon`ê, ji bo kontrolkirina dewletê û tengavkirina hukumeta AKP fermana şer hat dan.
Piştî ku hukumeta AK Partî beşekî Ergenekon`ê û ordîya Tirk xist bin kontrolê, Îmralî jî xist bin kontrola xwe û vê carê rasterast serokê PKK Ocalan muhatap sitend û eşkere pêre dest bi hevdîtinan kir.
Piştî hevdîtinên Ocalan û MIT`a tirk, dihat meraq kirin bê gelo wê encamek çawa derê?
Li gorî daxwîyanîya Ocalan ya ku di Newrozê de hat xwendin, Ocalan û MIT`ê, di warê maf û azadîya neteweya Kurd de, bi hev re nepeyivîne; lê di warê şer sekinandinê li hev kirine.
Helbet herkes li benda agirbestê û şersekinandinê bû. Li gorî daxwîyanîya wezîr û Serokwezîrê tirk, bawer nakim ku kes li hêvîya çareserkirina doza Kurd bû.
Serokwezîrê Tirk R. T. Erdogan jî got: ”Di nameya Ocalan ya Newrozê de, ji xwe tiştên heta niha em dibêjin cîh sitendîye!” Ev jî tê wateya ku Erdogan ji xwe zanîbû çi di wê nameyê de hatîye nivîsandin…
Veşartî yan eşkere, gelek rêxistin û rewşenbîrên Kurdan hemfikirin ku Ocalan bi destê dewleta Tirk, ji bo ku li Kurdistanê ji dervî daxwaza dewleta Tirk tevgerek neteweyî saz nebe PKK wek rêxistinek taşeron avakir.
Bi derketina xwe PKK, hemû hêzên Kurd yên dervî xwe xayin û neyar îlan kir. Ji bo partî û rêxistinên Kurd ji holê rake, armanca wan rêxistinan yên serxwebûn û yekîtîya çar beşên Kurdistanê ji xwe re wek armanc xwanê kir. Qaşo ji bo vê armanca xwe bibe serî jî pêşî propaganda çekdarî û piştre şerê çekdarî parast. Got: ”Kes û rêxistina ku ji dervî serxwebûnê statuyek din biparêze yan li hember şerê çekdarî yên PKK derê xayin e!”
Ji bo ku Ocalan û partîya wî, bi rastî armanca wan ne rizgarîya Kurd û Kurdistan bû, loma ji dêvla ku rêxistinên Kurd yên dervî xwe ji xwe re hevkar û hevalbend bibîne, hemû neyar îlan kirin. Ew ji alîkî û dewlet ji alîkî êrîşî wan rêxistinan kir, yan belav kir yan jî wan marjînal kir.
Helbet PKK li gorî konsepta xwe dest bi şer kir. Şêweyê şer jî li gorî stratejî û taktîkên xwe bi rêvebir. Beşekî Kurdistanê xilikî xerabe kir. Gelê Kurd û zarokên wî yên herî welatperwer durust û fedekar, lê yên ku ji sîyaseta rast û xwar fam nedikirin, ji bo rizgarîya welatê xwe Kurdistan beşdarî PKK bûn û alîkarî dan PKK.
Piştî ku Ocalan li hemberî netewetîya gelê Kurd û li ser welatê wî Kurdistan avakirina dewletek serbixwe, federal, konfederal û otonom ya ku statuyek neteweyî bi xwe re bîne derket, ji bo hişên pêgirtîyê xwe tevlîhev bike, projeyên “Konfederalîzma Demokratîk”, “Koma Civatên Azad” û “Xweserîya Demokratîk” dan pêş.
Ocalan, gava di bin kontrola dewleta Kemalîst ya Ergenekon`ê de bû, hizir û daxwazên Ergenekon`ê yên Kemalîst diparast, loma jî Ocalan dibê: “Min daxwaza şer sekinandinê kir, lê Ergenekon`ê ji min daxwaza şer kir!”
Niha Ocalan, devji projeyên xwe yên di bin konsepta Ergenekon`ê de berada, dest bi parastina projeyên AKP û MIT û Cemaeta Gulen yên ku ji “Senteza Turk-Îslamê” pêktê dike û li ser navê tirkên nîjadperest ku di xeyala ji nû de avakirina “Împaratorîya Neo-Osmanî” de ne, Ocalan silavên xwe ji Fethulah Gulen re dişîne, daxwîyanîyên xwe bi Şerê Çanakkale, “Şerê Rizgarîyê” dixemilîne û armanca “Mîsak-i Mîllî” dide ber gelê Kurd. Ji bo ku bibe çeşnî jî vê carê têgeha “Demokratîk Modernîte” davê meydanê.
Ocalan, niha li ser navê ”Biratîya Îslamê” û li gor fermana ”Meclîsa Bilind” (TBMM) ya Tirk dev ji şer berdide û bi birayên xwe yên Tirk re li hev dike.
Helbet wan şer da destpêkirin û ew şer dikin û ji bo şer sekinandinê jî ew muhatabên dewleta Tirk in, lê li ser maf û statuya gelê Kurd ew ne berpirsîyarê gelê Kurd in.
Ne Ocalan û ne jî partîyên wî yên legal û îlegal, bi tûmî gelê Kurd û mafê wî temsîl nakin. Ew karin li ser navê partîyên xwe û kiryarên wan bi dewletê re rûnin û li hev bikin.
Li gorî teorîyên Ocalan yên berê, divîyabû Kurd ji bo demokratîzekirina dewletên herêmê şer bikirana û bimirana, niha jî divê ji bo “Mîsak-i Mîllî”ya tirkan şer bikin û bimirin.
Ev 90 sal in xeyala Tirkan e ku Mûsil û Kerkûkê dagîr bike û tevlî xwe bike, lê ji ber hêzên navneteweyî û statukoya emperyalîstan nikarîbû; lê bi hevkarîya Kurdan û li ser xwîna Kurdan kare xeyalek werê dînin…
Lê bi vêya tê têgehîştin ku PKK çekan danîne, wê li gorî daxwaza “Mîsak-i Mîllî” parêzan, li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê şerê firehbûna axa Turkîye bimeşîne.
Hedefa çekdarên PKK yê pêşî jî Kurdên rizgarîxwaz yên serxwebûn û yekîtîya axa Kurdistanê dixwazin bi xwe ne.
Xidir Ûso
(Platforma Neteweyî)