Cîhan
Yewnanîstanê mîlîtanekî PKK desteser kir

Ji bo radestkirina yekî PKKî ku berê ji Fransayê statûya penaberîya siyasî wergirtibû, wê pêvajoya darazê bê destpêkirin.
Yewnanîstanê yekî PKKî ku li Fransayê ji ber sûcê ” kar û barên rêxistinî” 2 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hat girtin.
Di nûçeya AFP de hat ragihandin ku PKKyî yê 35 salî li paytext Atînayê di kontrola asayî ya polêsan de, ji ber ku ji alîyê Fransayê ve biryara girtina wî ya navnetewî hat dayîn, hat binçavkirin.
Ji bo PKKî yê ku berê ji Fransayê statûya penaberîya siyasî wergirtibû û îhtîmale radestî Parîsê bê kirin, wê ji alîyê dozgerîyê ve pêvajoya darazê bê destpêkirin.


