Cîhan

Graham: Divê em Îranê bombebaran bikin!

Di dema ku şerê Îsraîl û Hemasê de bi hemû kaosa xwe berdewam e, senatorê Amerîkî got ku tenê meseleya demê ye ku enîyek duyemîn li herêmê vebe.

Alozîya li Rojhilata Navîn bi hemû leza xwe berdewam dike. Senatorê Komarî yê Amerîkî Lindsey Graham, di derbarê bûyerên qewimî de daxuyanîyek da. Lindsey ji CNN re axivî û îdia kir ku Îran li pişt êrîşên Hamasê yên li dijî Îsraîlê ye.

Senator di berdewamîya daxuyanîyên xwe de amaje bi Serokê Amerîkayê Joe Biden jî kir û got: “Îranê red kir ku li pişt êrîşan be, lê tu delîl tuneye”.

‘Ezê Îranê bombe bikim’

Graham, bersiva pirsa ‘Gelo DYE rasterast tev li şer dibe?’da û got: “Em jixwe rasterast tev li şer bûne. 14 Amerîkî îşev mirin, ez lêborîna xwe ji malbatên wan dixwazim. Ez pir zelal dibêjim. Heger Hamas rehîneyan bikuje û Hizbullah ji bakur êrîş bike, wê di nav Îsraîlê de du enîyên şer hebin. Ezê çi bikim? Ezê binesazîya petrolê ya Îranê bombe bikim”.

‘Em di şerê olî de ne’

Graham, ji kanalek din a televizyona medya Amerîkî re axivî û diyar kir ku piştî daxuyaniyên wî yên ji CNN re, ew ji kesên ku Îsraîlê sûcdar dikin tirsiyaye. Graham diyar kir ku Îran û Hamas li herêmê çareserîyê naxwazin û got: “Em di nav şerekî olî de ne, bibore lê lê ez li kêleka Îsraîlê me”.

 

Back to top button