PolîtîkRojev

HSD bersiva rayedarên Tirk da

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD ragihand, îdîayên ku êrîşkarên teqîna li Enqerê ji Rojava hatine rastîyê nîşan nade.

Di 1ê cotmehê de 2 kesên ku bi wesayîtê hatin ber avahîya ewlehîya kampûsa Midûrîyeta Giştî ya Ewlehîya ku li nêzî Wezareta Karên Navxweyî ya Enqerê ye êrîşek bombeyî pêk anîn. Di bûyerê de 2 PKKî jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn.

Baskê çekdarî yê PKK YPG ragihand ku êrîş ji alîyê “Tabûra Nemiran” ve hatiye kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan jî ragihand ku kesên êrîş kirine ji Sûrîyê hatine. Wezîr Fîdan gefa operasyona leşkerî xwar û got ku wê aborî, binesazîya enerjiyê û tesîsên hilberînê yên li Rojava bibin hedef.

Li ser vê yekê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk HSD daxuyanîyek da.

Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn:

“Hemû îdîayên rayedarên Tirk, ku dibêjin kesên êrîşkar ji herêma me derbasî Enqerê bûne yan jî herêmên me bikar anîne, bêbingeh in. Sûcdarkirinên dubare ne û berdewamîya çerxa sûcdarîyên derew e ku Tirkîye her tim domandiye. Dixwazin balê ji pirsgirêk û qeyranên xwe yên navxweyî bikşînin û rê li ber paqijîya etnîkî û qirkirina gelê me vekin. Hêzên me biryardarîya xwe ya ji bo dabînkirina ewlehîya navxweyî û herêmî dubare dikin”.

Back to top button