PolîtîkRojev

Guler: Hemû tesîsên PKK/KCK, PYD/YPG hedefên me yên rewa ne

Wezîrê Paraztina Netewî Yaşar Guler got: “Em dixwazin her kes bizanibe ku hemû tesîs û xebatên PKK/KCK, PYD/YPG yên li Sûrîye û Iraqê ji niha û pê ve jî hedefên me yên rewa ne”.

Hat diyarkirin ku ji Sûrîyê hatine û ev çalakî kirine.

Wezîr Guler herweha di derbarê êrîşa Enqerê de got: “Di encama lêkolînên ku ji teref yekîneyên me ve hatine kirin, hat tespîtkirin ku 2 terorîst endamên PKK/KCK, PYD/YPG ne, ji Sûrîyê hatine û ev çalakî kirine. Berî her tiştî hemû tesîs û Xebatên PKK/KCK, PYD/YPGê yên li Sûrîye û Iraqê heta îro hatin îmhekirin. Em dixwazin her kes bizanibe ku ewê ji niha û pê ve jî wek berê bibe hedefên me yên rewa. Têkoşîna me ya li dijî terorê wê bi tundî bidome. Heta ku terorîstên xwînmij ji vê erdnîgarîyê neyên tunekirin wê tekoşîna me berdewam be”.

Back to top button