AK Partî amadekariya kongreya xwe ya mezin a 7ê Cotmehê dike. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Serokê Giştî yê AK Partiyê Fatîh Şahîn, Alîkarê Serokê Giştî Erkan Kandemir û Alî Îhsan Yavuz ku ji bo amadekirina lîsteya Komita Rêveberiya Biryara Navendî (MKYK) hatibûn wezîfedarkirin, pêşnûmeya lîsteya 250 kesî ypêşkêşî Tayib Erdogan kirin. Erdogan liste ji 250 kesî daxist 75 kesan. Lîste heta Sibe êvarî şeklê xwe yê dawî distîne.
Li gor nûçeya Ebru Karatosun ji Hurriyetê, hat ragihandin ku ekîba AK Partiyê bi xebata li ser prensîban lîsteyan amade kiriye. Li gorî vê, di pêşnûmeya lîsteya MKYK’ê de ji bilî misogerkirina hevsengiya partiyan, tê payîn ku navên ku ji ber desthilatdariya 3 serdeman ji nû ve weke namzet nehatîn diyarkirin, cih bigire. Her wiha hat ragihandin kesên ku cara ewil di Meclîsê de cih digirin di MKYK’ê de cih nagirin, lê parlamenterên ku dema xwe ya 2’yemîn û 3’yemîn didomînin di lîsteyê de cih digirin. Her wiha tê diyarkirin ku di lîsteya MKYK’ê de, dê hejmara parlementeran kêm be û dibe ku hinek ji van parlementeran rasterast di Komiteya Rêveberiya Navendî de cih bigirin. Her wiha tê gotin ku di serî de MKYK, komîteyên dîsîplîn û exlaqê û lijneya hakemê ya demokrasiyê, dibe ku Erdogan bi giştî 142 navên ku di rêveberiya giştî ya nawendî de dixebitin heta ji sedî 65’an biguherîne.
Ji 49 partiyên siyasî ji 27 welatan 119 nûnerên partiyên siyasî, 76 balyozxane û bi giştî 13 rêxistinên navneteweyî dê beşdarî kongreyê bibin. Di dema şandina dawetname ji bo 10 partiyên siyasî wek , MHP, CHP, BBP, DSP, İYİ Partî, Partiya Refahê, HÜDAPAR, Partiya Vatan, Partiya Dayik û Demokrat hatine rêkirin. Lê ji Partiya Dewa, Partiya Pêşerojê û Partiya Çep a Keskan re tu dawetiye nehatine rêkirin.
Di kongreya ku wê li Salona Sporê ya Enqereyê bê lidarxistin de, piştî axaftina Erdogan a ku tê plankirin nîv saetê bidome, dê hilbijartina Serokatî û MKYK’ê bê kirin. Piştî hilbijartina ku dê 1572 delege dengê xwe bidin, Erdogan dê dîsa were ser podium û spasiyeke kurt bike. Erdogan piştî kongreyê dê biçe Sererkaniyê, bi MKYKya xwe ya nû re bicive û Komiteya Rêveberiya Navendî (MYK) diyar bike. Erdogan wê piştre bi endamên Komiteya Rêveberiya Navendî re civîneke kurt pêk bîne.