Di derbarê operasyona esmanî ya ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê ku piştî hewldana êrîşa bombeyî ya li Enqereyê dabû destpêkirin de ji DYAyê daxuyanîyek ragihand.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê diyar kir ku di têkoşîna li dijî PKK’ê ya ku weke rêxistineke terorîst pênase dikin de ew bi ‘biryar’ li kêleka hevalbendê NATO’yê Tirkiyeyê ne, li ser YPG’ê tu nirxandinek nekir.
Piştî hewldana êrîşa Enqere hem li hundir hem jî li ser sînor li pey hev hatin destpêkirin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan diyar kir ku ji niha û pê ve hemû bingehên PKK’ê yên li Iraq û Sûriyeyê wê bibin armanca wan ya rewa û got ku; Em bala aliyên sêyemîn dikşînin ku xwe ji nawendên PKK lêne dûr bêxin.
Piştî operasyonan û hişyariya Fîdan çavê hemûyan ber bi daxuyanî û helwesta DYA ka bû.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Vedant Patel di civîna çapemeniyê da wiha got: “Îro Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got 2 terorîstên PKK/YPGyî yên ku roja yekşemê li Enqereyê hewl dan êrîşa terorê bikin ji Sûriyeyê hatibûn. Her wiha destnîşan kir ku navendên PKK/YPGya rêxistina terorê yên li Iraq û Sûriyeyê hedefên rewa yên Tirkiyeyê ne. Di derbarê vê yekê de bersiva we heye? Wî bersiva pirsê da.
Patel di berteka xwe ya li ser mijarê de got, “DYA di têkoşîna li dijî PKKya ku ji aliyê DYAyê ve wek Rêxistina Terorê ya Biyanî tê pênasekirin, bi îrade li kêleka hevkarê me yê NATOyê Tirkiye û gelê Tirkiyeyê ye.” wî got.
Ji aliye din ve Patel li ser pewendiya xwe ya bi YPGya şaxa Süriyeye ya PKKya rexistina terore ra xeber neda.
Patel got, “Agahiyên me yên berfireh nînin ku, îdiayên têne kirin bi temamî rast qebûl bikin û wan piştrast bikin. Tiştekî ku di vê derbarê de em ji were bêjin tuneye.
Patel li ser pirsa gelo YPG ji bo Tirkiyê tehdîd e yan na, Patel got, “Ti nirxandineke min a ewlehiyê li ser vê mijarê nîne.”