Bi boneya pîrozkirina 62 saliya Şoreşa Netewî ya mezin a Îlonê bi serokatiya nemir Barzanî, Komîteya Navçeya Swêdê ya Partiya demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarê Vesterosê şahiyek girseyî li dar xist û camawerekê mezin yê PDKê û komele û rêxistinên Kurdistanî ji Swêd û her çar parçeyên Kurdistan jî tê de amade bûn.
Merasîm bi sirûda netewî ya Ey Reqîb û ragirtina xulek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest pê kir.
Piştre li ser navê Komîteya Navçeya Swêdê Îsa Feylî Komîteya Navçeya Swêdê xêrhatina hemû beşdaran kir.
Gotara Liqê 6 yê Ewrûpayê yê PDKê ji aliyê birêz Enwer Mesifî berpirsê Liqê 6 ve hat pêşkêşkirin û bi germî pîrozbahî li beşdaran kir û amaje bi rol, piştgirî û beşdariya Kurdan ji her çar parçeyên Kurdistanê di Şoreşa Îlonê bi serokatiya Barzanî yê nemir da kir. Gelek nameyên pîrozbahiyê yên partî, komele û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê di şahiyê da hatin xwendin.
Merasîm heta derengiya şevê bi stran, sirûdên netewî û dîlanên hunermend Hesen Şerîf, Ayad Yusif û Şêrzad Zaxoyî hate xemilandin.