CivakRojev

Nebûna yekrêzîya Kurdan bûye sedem ku her tiştê me têk here

 

Endama Encumena Navendî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf ragihand ku tiştê li Bexdayê li dijî gelê Kurdistanê tê kirin, berdewamîya Enfalê ye.

Endama Komîteya Navendî ya PDK Eşwaq Caf têkildarî siyaseta dawî ya rêveberîya Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê daxuyanîyek da.

Caf, anî zimên û got: “Tiştê ku li ser zirara gelê Kurdistanê diqewime, ti pêwendîya xwe bi rêziknameya destûrî û yasayî re nîne. Berdewama plan û komploya sala 2014ê ya qutkirina Kurdistanê ji bûdçe û mûçeyên karmendan e. Hewl didin Herêma Kurdistanê têk bibin. Her wiha tiştê ku di operasyonên leşkerî de di bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de nekarîn bikin, niha dixwazin bi awayekî din bikin”.

Di berdewamîya daxuyanîya xwe de Caf got: “Tiştê ku li dijî Herêma Kurdistanê hatiye kirin, şiroveyek mecazî ya yasaya bûdçeya Bexdayê ye û eşkere ye tiştê ku hatiye serê Herêma Kurdistanê dike armanc”.

Caf, amaje bi wê yekê jî kir ku Kurd bi hev re tevnagerin û got: “Bexda ne ew çend bihêz e, lê nebûna yekrêzîya Kurdan di paraztina Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê de bûye sedem ku her tiştê me têk here”.

Caf, da zanîn ku hikûmeta Bexdayê statuya Herêma Kurdistanê dike hedef û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên destûrî û yasayî bi cîh anîne, lê ya ku qewimî, hewldana ji holê rakirina serwerîya Herêma Kurdistanê ye. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de ti pirsgirêkek teknîkî nîne“.

 

Back to top button