CivakRojev

Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê derîyê sînor tê vekirin

 

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî vekirina Derîyê Sînor yê Sazanê di navbera Helebçe û parêzgeha Kirmaşanê ya Îranê de pejirand. 

Di daxuyanîya Fermandehîya Herêma Yekem a Serfermandarîya Sînor de hat ragihandin ku derîyê sînor yê nû wê bibe çavkanîyek girîng a tevgera bazirganîya Helebçe ya bi Îranê re. Herweha wê ji bo gelê herêmê îstîhdamên cûrbecûr çêbike û Helebçe di warê aborî de geş bike.

Deriyê Sînor ê Sazanê piştî sînorên Hacî Omeran, Başmah, Parvehan, Kele, Sayranband, Pşta û Şûşme, wê di navbera Rêveberîya Herêma Kurdistanê û Îranê de bibe heştemîn derîyê sînor.

 

Back to top button