Serokê Sûriyê Beşar Esed ji rojnameya Rusya Todayê re axivî û derbarê YPGê de daxuyanî da. Esad diyar kir ku kurdên welatparêz hene û got, “Lê di dawiyê de divê em li gora prensîban bibêjin: Her kesê ku bi DYA’yê re kar dike ajan e. Ev tiştekî pir eşkere ye.”
Berdewamiya axavtina xwe de Esed got: Dema em behsa komên bi navê Yekîneyên Parastina Gel-YPGê dikin, divê neyê fêmkirin ku em Kurdan sûcdar dikin. Wek hûn jî dizanin di nav YPGê de ereb jî hene. Di nirxandina me de her partî û kesek ji bo hêzeke biyanî bixebite xayin û ajan e. Ew qas hêsan e. Kurdên welatparêz jî hene, bi rastî piraniya Kurdan alîgirê welatê xwe ne.