Hat îdiakirin ku Heşda Şeibî ya ku dixwest li herêmê hêzek taybet biafirîne, hewl daye gelê Şengalê tev li refên xwe bike.
Çavkanîyekî ji hikûmeta Iraqê ji çapemenîya Iraqê re axivî û diyar kir ku hin komên di nava Heşdî Şeibî de bi awayekî veşartî bang li gelê Şengalê kirine ku hêzek taybet a şerê li Sûrîyê ava bikin.
Çavkanîyê eşkere kir ku Heşda Şeibî kesên bi pasaporta Îraqî cêbicê dike û proseya tomarkirinê jî bi dizî li navendek leşkerî ya Heşda Şeibî hatiye kirin.
Li gor medyaya Iraqê, 3 serkirdeyên Heşda Şeibî meha borî çûne derveyî welêt. Li gor vê, li ser mûçeya mehane (3 hezar dolar) ji bo 700 endamên rêxistinê li hev kirine. Ji alîyek din çavkanîyek ewlekarîyê amaje bi wê yekê kir ku ew kesên tomarkirî hêzek çekdar in û li ser sînorê Iraq û Sûrîyê li navçeyên rojavayê Şengalê ne.